DİLO RABE Lİ VÊ NAVÊ
Dilo rabe li vê navê,
Tu zakir be mislê avê
Nefsa zalim qencî navê,
em şewitin mêlakî.
Dilo rabe ez nizanim,
Bi nefsê re nebe zalim,
Di qebrê da ez xîzan im,
Çire xebatekê nakî
Dilo rabe gunehkar im,
Ji ber nefsê birîndar. im,
Ji bo xeyra girîftar. im,
Nefsa min qenciyê nakî
Dilê tarî rohnî nabê,
Ji ber nefsa safî nabê,
Bê tewbe qet zakir nabê,
Bê sebeb qenciyê nakî
Dilo rabe nebe tarî,
Weqtê ferzê nehişyarî
Tu neyarî weke marî,
Ji lew tu qenciyê nakî.
MİRAD ELî (1900-?)
Friday, June 20, 2008
Etiketler:
alıntı şiirler